Ev belge wergereke Ragihandina Damezirandina Hikûmeta Demkî ya Îrlandayê ye. Di dîroka têkoşîna serxwebûna Îrlandayê de xaleke girîng e. Di dîrokê de ev daxuyanî wek îfadeya fermî ya daxwazên azadî û serxwebûn a gelê Îrlandayê nîşan dide.
Ragihandin; îradeya doza gelê Îrlandayê ya ku veqetandina ji Împaratoriya Brîtanyayê û damezrandina dewleteke serwer û serbixwe kiriye armanc nîşan dide. Her wiha balê li ser mafê gelê Îrlanda yê ji bo çarenûsa xwe û daxwaza desthilatdariyek demokratîk re dikşîne.
Ev ragihandina ku nîşaneya têkoşîna serxwebûnê ya dijwar û bi biryar e, ji bo têkoşîna rizgariya neteweyî ya neteweyên bindest ên cîhanê re jî nivîseke sirûşt e. Em hêvî dikin ku werger ji bo her kesên ku dixwazin têkoşîna dîrokî ya Îrlandayê û bertekên wê yên gerdûnî fam bikin re ronahiyek be.
JI HIKÛMETA DEMKÎ YA KOMARA ÎRLANDAYÊ JI GELÊ ÎRLANDAYÊ RE
Jin û mêrên Îrlandî: Îrlanda, bi navê Xwedê û bi navê nifşên berê yên mirî ku kevneşopiya xwe ya netewbûyînê ji wan sitendibû, bang li zarokên xwe dike da ku li dora ala wê bicivin û ji bo azadiya xwe grevê li dar dixe.
Îrlanda bi rêxistina xwe ya şoreşger a veşartî, Biratîya Komarî ya Îrlandayê û rêxistinên xwe yên leşkerî yên vekirî, Dilxwazên Îrlandî û Artêşa Hemwelatî ya Îrlandayê zilamên xwe bi rêxistin kir û perwerde kir, bi sebir dîsîplîna xwe temam kir, bi dilgermî li benda kêliya rast ma ku xwe pêşkêş bike; niha dest bi wê kêlîkê kir û ji aliyê zarokên sirgûnkirî yên li Amerîkayê û hevalbendên wê yên leheng ên li Ewropayê ve hat piştgirîdayîn, lê ji destpêkê ve xwe dispêre hêza xwe, bi baweriyeke tam êrîşî serketinê dike.
Em radigihînin ku mafê gelê Îrlandî yê xwedîbûna Îrlandayê û kontrolkirina çarenûsa Îrlandayê ya bêsînor serwer û parêzbend e. Ji aliyê gel û hikûmeteke biyanî ve desteserkirina demdirêj a vî mafî, ew ji holê ranekiriye û ji xeynî tunekirina gelê Îrlandayê tu carî ev maf naye tunekirin. Di her nifşî de gelê Îrlandayê mafên xwe yên azadî û serweriya neteweyî parastiye; di nava sêsed salên dawî de jî şeş caran ev yek bi çekan parastiye. Em li ser vê mafê bingehîn radiwestin û careke din bi çekan li pêşberî cîhanê em Komara Îrlandayê weke dewleteke serbixwe û serwer îlan dikin û em di riya azadiya wê û ji bo dewlemendî û bilindbûna wê ya di nav gelan de canê xwe fida dikin.
Komara Îrlandayê heqê dilsoziya her jinek û mêrek Îrlandî bi dest dixe û bi vê yekê daxwaz jî dike. Komar azadiya olî û sivîl, mafên wekhev û derfetên wekhev ji hemû welatiyên xwe re misoger dike. Dîsan komar biryardariya xwe bo domandina xweşî û serfirazîya tevaya netewe û hemû pêkhatên wê radigehîne û nirxekî wekhev dide hemû zarokên netewe û cudahîyên berê ku ji alîyê hikûmeteka bîyanî ve bi baldarî hatibû paldan û kêmanî ji pirranîyê veqetandîye paşguh dixe.
hikûmeta demkî ya li vir hatiye avakirin, heta ku çekên me ew kêliya guncaw ji bo avakirina hikûmeteke Niştimanî ya daîmî ku nûneriya hemû gelê Îrlandayê dike û bi reyên hemû jin û mêran tê hilbijartin bîne, dê karên sivîl û leşkerî birêve bibe. Komar di bin sîwana gel de ye.
Em doza Komara Îrlandayê dikin di bin parastina Xwedaya mezin û em dia dikin ku ti kesê xizmetê ji vê dozê re bike wê bi tirsonekiyê, bi kirinên ne mirovî û tecawizê wê bi leke neke. Di vê saeta bilind de, divê gelê Îrlandayê bi wêrekî û disîplîna xwe û bi amadebûna xwe qurbankirina ji bo xêra giştî ya zarokên xwe, divê îspat bike ku layiqî qedera pîroz a ku jê re hatiye gotin e.